Li Celewlayê 3 pêşmege şehîd bûn
Kelar (Rûdaw) – Li nehiyeya Celewlayê ya ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê, di encama teqîna bombeyê de 3 pêşmerge şehîd bûn.
Li Celewlayê êvara îro, nêzîkî pirê Huseyniya Neqşîbendî ku dikeve navbera Celewla û navçeya Kelarê, bombeyek di efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû. Piştî ku du pêşmergeyan xwestin termê efserê rakin bombeyeke dîtir teqiya û di encamê de her du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Hacî Fayeq, Birêvebirî Giştî yê Polîsê Germiyan ji Rûdawê re got, “Dimjimêr 4.30ê êvarê, nêzîkî ew pira ku heftiyek berê endamên DAIŞê teqandibûn, bombeyek bi efserekî pêşmerge de hate teqandin û di encamê de şehîd bû.”
Her wiha Fayeq got, “Piştî teqînê 2 pêşmerge bo anîna termê çûn lê bombeyeke dîtir jî di wan de teqiya û ew jî şehîd bûn.”