Li Wanê mînîbusek wergeriya: 14 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gevaşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbusek wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Etelanê yê Gevaşê, îro tekerê mînîbusekê teqiya û û mînîbus wergeriya.

Di encama qezayê de 14 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa du birîndaran dijwar e.