Bav li dayîkê xist, kurê 12 salî jî bavê xwe da ber kêran

Hewlêr (Rûdaw) - Li Semsûrê nîqaşeke navmalbatî bi xwînê bi dawî bû.

A.B.T.yê 12 salî ku dît bavê wî li dayîka wî dixe, bavê xwe der ber devê kêran.

Di bûyerê de dayîk jî ji destê xwe birîndar bû, bav jî bi giranî birîndar e.

Li Taxa Yenî Mahalleyê ya Semsûrê nîqaşeke navmalbatî veguherî tundiyê.

Li gorî îdiayan, nîqaşa devkî ya di navbera bav H.T. û dayîk G.T.yê de di demeke kurt de veguherî şer û H.T. dest bi lêdana hevjîna xwe kir.

A.B.T.yê 12 salî ku dît li dayîka wî tê xistin, ji pêjgehê kêrek anî û bi kêran bi bavê xwe ket.

Piştî bûyerê bav bi giranî birîndar bû û dayîka ku hewl da midaxaleyî şer bike jî ji destê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.