Li Meletiyê alarm: Ava Bendava Çatê kêm bûye

Hewlêr (Rûaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji ber hişkesalî û kêmbûna baranê, asta ava Bendava Çatê heta bi ji sedî 3yan daket.

Li gorî amarên Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), kêmbûna avê metirsiya hişkesaliyê zêde dike û her wiha bandoreke neyînî li sektora çandiniyê kiriye.

Ji ber kêmbûna avdaniyê îsal berhema ce û genim ji sedî 30 heta bi 40î kêm bûye.

Serokê Odeya Endeziyarên Çandiniyê ya Meletiyê Fevzî Çîçek ragihand ku kêmbûneke cidî di rezervên avê yên herêmê de heye û got:

“Ev yek nîşan dide ku em dê ji bo paşerojê bi fikar bin. Eger demên pêşiya me baran baş nebare, dê zivistanê jî bendav tijî nebin.”

“Divê cotkar avê bi baldarî bi kar bînin”

Çîçek bal kişand ser bikaranîna avê ya di çandiniyê de û wiha li pey çû:

“Ji sedî 72yê çavkaniyên avê ji bo çandiniyê tên bikaranîn. Mixabin di kanalên veguhastinê de ji ber kêmasiyan gelek av vala diçe.

Li gel hişkesaliyê, ev berhewaçûna avê jî sedemeke din a mezin e.

Divê cotkar avê bi baldarî bi kar bînin.”