Tuncer Bakirhan gihişt Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji bo beşdarbûna konferansekê gihişt Silêmaniyê.

Şandeyeke Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi Bakirhan re ye.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê li Silêmaniyê beşdarî "Konferansa Hevpeymaniya Sosyaldemokrat a li Cîhana Erebî" bibin.

Hevserokên Giştî yên DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî di nav şandeyê de ne.

Konferans îro dest pê dike û dê heta 30ê Tebaxê bidome.

Ji 21 welatan serokkomar û serkirdeyên siyasî beşdarî konferansê dibin û tê de dê mijarên herêmî û navneteweyî bên gotûbêjkirin.

Tê payîn ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî beşdar bibe.