Çawa hewla ‘kuştina Bafil Talebanî’ hat dayîn?
Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê danpêdananên komeke ser bi "Lahûr Şêx Cengî, Serokê Eniya Gel" ve belav kir ku tê de behsa awayê hewldana ‘kuştina Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)’ dikin.
Kesên ku hewla "kuştina Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)" dabû li xwe mikûr hatin.
Yekî ji kesên tohmetbar di vîdeoya danpêdananê de diaxive û çîroka bûyerê wiha vedibêje:
"Du sekvanên me birin nav yek ji projeyên niştecihbûnê, plan ew bû ku em pêşî Bafil Talebanî bikujin û paşê jî bi dronan êrişî Debaşanê bê kirin."
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ku navenda wê li Silêmaniyê ye li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku navê wî sekvanî "Rêbiwar Qudret bûye".
Her wiha Rêbiwar di îtirafê de dibêje, "Yek ji çekên sekvaniyê biryar bû ji aliyê Rêbiwar Hemid Hacî Xalî, Fermandarê Dûpişkê (koma girêdayî Lahûr Şêx Cengî) ve bihata bikaranîn."
Wî sekvanî da zanîn ku Lahûr Şêx Cengî pêwendî pê re daniye û gotiye, "Cihek heye, divê tu biçî û ji wir ve dûrahiya wî cihî ya heta Debaşanê bipîvî. Ez çûm û min pîva, ew cih 600-700 metre dûr bû."