Silêmanî (Rûdaw) – “Desteya Nerazî ya Xelk” xwest ku Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Piştiwan Sadiq ji kar dest berde.
Li Herêma Kurdistanê îro li navçe û bajarê Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn, çend navçeyên Hewlêr li dijî sîstema paşxistina meaş û krîza aborî mamosta, karmendên hikûmî, daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin
Li bajrê Silêmaniyê piştî xwepêşandana protestokirina sîstema paşkeftina meaşan Desteya Nerazî ya Xelk li ser navê mamosta û karmendên hikûmî ên tevlî xwepêşandanê bûne daxuyanî da.
Desteya Nerazî ya Xelk daxwaz kir ku bidawî li Sistema paşxistin û birrina meaşan were kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Karmend, mamoste, fermanber û çalakvanên bi xwepêşandanên îro da xuyandin ku ew dikarin li hemberî zilm, paşxistin û birrina meaşan û birçîkirina ji aliyê rêveberiyê ve derbikevin û rawestînin.
Paşxistin vekirina dibistanan dê bandoreke xirab li perwedeyê bike. Ev biryar ji bo hedinandina nerazibûna mamostayn hatiye dayîn. Em dixwazin ew wezîrê perwerdeyê ku ev biryar daye ji peywira xwe îstifa bike. ”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse