Li Dêrsimê bo heyama 6 mehan qedexe
Dêrsim (Rûdaw) - Li çend herêmên navçeyên Pulur, Qisle û Xozata Dêrsimê ji bo heyama 6 mehan weke herêmên ewlehiya leşkerî hat îlankirin.
Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand li 31 herêmên navçeyên Pulur, Qisle û Xozatê heta 6 mehan ji ber encamdana operasyona weeke “herêma ewlehiyê ya leşkerî" hatine ragihandin.
Parêzgariya diyar kir ku çûnûhatina wan herêman sivîlan re hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariya Şirnexê li herêma Besta ji 27ê Îlon heta 11ê Cotmehê 14 herêm hatine qedexekirin.