Dadgeha Kerkûkê fermana girtina Rêbwar Talebanî derxist
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Kerkûkê fermana girtina Serokê Bi Wekalet yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî derxist. Derbarê vê biryarê de, Rêbwar Talebanî jî dibêje, armanceke siyasî li piştî vê biryarê heye, ji bo ku encûmena parêzgeha Kerkûkê necive.
Dadgehê li ser tometa ku di 16ê Cotmeha 2017an de, du otombêlên hikûemtê di nav mala wî de winda bûne, biryara girtinê di derheqê Rêbwar Talebanî de derxistiye.
Rêbwar Talebanî vê biryara Dadgeha Kerkûkê, weke biryareke siyasî bi nav dike û dibêje, armanceke siyasî li piştî biryarê heye.
Telabanî dibêje, ji bo ku ew venegere Kerkûkê û serperestiya civînên encûmena parêzgehê neke, bi taybet di vê demê de ku kar li ser çareserkirina pirsgirêkan tê kirin, ev biryar hatiye dayîn.
Rêbawar Talebanî li ser tohmbarkirina xwe jî axivî û ragihand: “Di 16ê Oktobera (Cotmeh) 2017an de, du otomobîlên hikûmetê li mala min li Kerkûkê bûn û ji aliyê wan hêzan ve hatine dizîn, ku hatin nav bajêr. Wê demê min li dadgehên Kerkûk û Hewlêrê doz bekir û min agahî da wan ku herdu otomobîl hatine dizîn, lê belê dadgeha Kerkûkê û ew dadwerê niha ku her dadwerê berê ye, bi armanceke siyasî û bi tohmeta firotinê, biryara desteserkirina min derxistiye.”
Serokê Bi Wekalet ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê destnîşan kir: “Min parêzerê xwe erkdar kiriye ku belgeyên wê dema ku min doz vekiribû, radestî dadgehê bike.”
Rêbwar Talebanî da xuyakirin: “Yekrêziya partiyên Kurdistanî, nêzîkbûna YNKê û PDKê û pirsgirêka parêzgar, hemû ew li ser wê yekê mane ku encûmena parêzgehê bicive û bê çalakkirin, tekane kes jî ku bikare vê civînê li dar bixe, Serokê Encûmena Parêzgehê ye ku ez im, lewma jî van astengan derdixin, daku ew civîn neyê kirin û heta piştî hilbijartinan, Kurd di vê rewşê de bimîne.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Rêbwar Talebanî jî weke gelek berpirsên Kurd ên rêveberiya parêzgeha Kerkûkê neçar ma ku ji Kerkûkê derkeve û li Herêma Kurdistanê bicih bibe.