Li Çewlîgê 2 otomobîl li hev qelibîn: Miriyek, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çewlîg û navçeya Dara Hênê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de şofêrê bi navê Serkan Gîrmenç li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîman şofêrê otomobîla din Yûsif Toprak ê ku birîna wî giran bû û rêwiyekî birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.