Dr. Lilla Schumicky-Logan: Rewşa Kampa Holê di asta herî metirsîdar de ye
Berpirsa Rêxistina Dije Terora Cîhanê Dr. Lilla Schumicky-Logan derbarê metirsiya rewşa kampa Holê ji Rûdawê re axivî.
Dr. Lilla Schumicky diyar kir ku kurên ciwan ên di navbera 12 û 15 salî de ji aliyê jinan ve ji bo ducanîbûn û domandina "nifşê xîlafetê" rastî îstîsmara tên. Ev yek wek binpêkirineke mezin a mafên zarokan tê binavkirin.
Li gorî gotina Dr. Lilla Schumicky-Loganê gelek jin ji kiryarên xwe poşman in û dixwazin ji bo paşeroja zarokên xwe vegerin welatên xwe.
Dr. Schumicky-Logan rexneyê li siyasîkirina mijara vegerandina welatiyan digire û destnîşan dike ku gelek welat ji wergirtina welatiyên xwe direvin.
Ew tekez dike ku divê zarok ji biryarên siyasî bên dûrxistin û vegerin malên xwe, ji ber ku bernameyên sererastkirinê yên serkeftî hene.
Welatên Balkan û Asyaya Navîn di vegerandina welatiyên xwe de wek mînakên erênî tên nîşandan.
Hevpeyvîna nûçegihanê Rûdawê Namo Abdullah û Dr. Lilla Schumicky-Loganê wisa ye:
Rûdaw: Tu berê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûyî, tu dikarî behsa rewşa Kampa Holê ji me re bikî? Rewşa wir heta çi astê xirab e?
Dr. Lilla Schumicky-Logan: Rewş di asta herî metirsîdar û xirab de ye. Meheke berê dema ez li wir bûm, pileya germê 52 bû. Zarok û jin ji sala 2019an ve di nav pileya germê ya 52yê de dijîn. Heft sal in tiştekî ku bikin nîne. Di wan sê beşên Kampa Holê yên ku me serdana wan kir, yên Sûriyeyiyan, Îraqiyan û biyaniyan de, hîn jî nêzîkî 6,500 biyanî ji 42 neteweyên cuda li wir mane ku ji zarok û jinan pêk tên. Niha, sê tişt hene ku ez dixwazim bi we re behsa wan bikim. Ya yekem ku ji bo min a herî şokker bû, ji bo min a ku kurekî min heye, ew e ku divabû tenê jin û zarok li wir bûna.
Divabû ti zarokekî şîrxwer li wir nebûya. Lê, me hejmareke gelek mezin a zarokên şîrxwer dît. Niha, tiştê ku diqewime ev e: Hejmareke zêde ya kurên xort ji aliyê jinên nav kampê ve bi awayekî xerab tên bikaranîn da ku wan ducanî bikin û nifşê xîlafetê bidomînin. Hejmareke zêde ya jinên ducanî hene. Hejmareke zêde ya zarokên şîrxwer hene. Ev kurên xort ên ku temenê wan 12, 13, 14 û 15 salî ne, destdirêjiya seksî li wan tê kirin da ku parastina nifşê xîlafetê bikin. Ev mezintirîn binpêkariya li hemberî zarokan e ku mirov dikare bifikire.
Rûdaw: Çima HSD nikare di vî warî de tiştekî bike?
Dr. Lilla Schumicky-Logan: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hemû karîna xwe bi kar tînin. Ew me li vir li Rojava yan jî li beşên din ên cîhanê bi ewlehî dihêlin, bi wê wateyê ku wan çavkaniyeke zêde ji bo kontrolkirina wî xelkî terxan kiriye. Wan kurên ciwan ên ku di temenê pêgihîştinê de bûn ji dayikên wan cuda dikirin, lê ji aliyê civaka navneteweyî ve gelek bi tundî hatin rexnekirin ku ev yek li dijî mafan e. Niha çavkaniyên wan ên pêwîst nînin û hatine rexnekirin, loma jî niha ew kurên ciwan li nava kampê dihêlin û ew bi dirêjahiya rojê tenê digerin û pilanan datînin.
Têkdan û destdirêjî di çend mehên dawî de sê qat zêde bûye, ji ber nebûna hêviyê. Ew nizanin paşerojê dê çi bibe. Bila ez du mînakan ji we re bînim. Tenê çend roj berî ku em biçin wir, kurên beşa biyaniyan sê dezgehên rêxistinên sivîl ên navneteweyî şewitandibûn ku xizmetguzariyên parastinê pêşkêş dikirin. Dema ku em li wir bûn, me nekarî em biçin hundir. Me tenê karî em li derve bimînin. Kurên ciwan, hema ku em dîtin, kevir hildan û îşaret ji me re dikirin mîna ku bêjin, em dê serê we jê bikin. Bêhêvîbûneke zelal heye. Ligel vê yekê, tiştê ku me dît ew bû ku hejmareke zêde jin hene ku poşman bûne. Ew gihiştine wê encamê ku ev şaşî bûye. Ew dixwazin vegerin welatê xwe.
Heta bêyî zarokên xwe jî, ew dixwazin zarokên xwe bişînin welatê xwe, ji bo cem xizmên xwe yên nêzîk an jî hikûmetê da ku çavdêriya wan bikin û amade ne ku heke pêwîst be rûbirûyî dadweriyê bibin. Lewma bêhêvîbûneke mezin heye. Piştî ku em çûn, zêdetirî 20 e-nameyan ji kampeke din ji neteweyeke diyarkirî gihîştin me ku dipirsîn, "Hûn dikarin alîkariya me bikin em vegerin welat? Em amade ne rûbirûyî dadweriyê bibin. Eger em nikaribin biçin, herî kêm zarokên me bibin malê, çimkî eger zarokên me li van kampan mezin bibin, dê ti jiyana wan nebe."
Rûdaw: Ew welat kîjan in ku ne amade ne welatiyên xwe wergirin? Çima welatiyên xwe wernagirin?
Dr. Lilla Schumicky-Logan: Bi baweriya min, ev pirs gelek caran tê siyasîkirin. Ez naxwazim navê ti welatekî bînim lê li gorî gotina wan berpirsên Kurd ên ku me gotûbêj li gel wan kirine, ji 40 welatan herî kêm 20 heta 25 welat ne amade ne ku welatiyên xwe wergirin. Ez wisa difikirim ku ev biryareke siyasî ye, lê nabe ku jiyana zarokan bibe biryareke siyasî. Pêwîst e zarok vegerin malên xwe. Rêya çareseriyê ji bo rehabîlîtasyon û jinavbirina fikra tundrewiyê heye û me ev yek bi rêya G-SERVê îsbat kiriye, bi pêywendiya li gel 3000 kesî yan zêdetir li welatên cuda, di nav wan de Qirxizistan, welatên Balkan, Îraq û cihên din.
Rûdaw: Sê pêşniyarên te yên herî baş çi ne ku li gorî te divê îro ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê werin kirin?
Dr. Lilla Schumicky-Logan: Ya yekem, bi baweriya min, ew e ku hemû hewl bên dayîn ji bo ku zarok bi zûtirîn dem werin vegerandin. Ya duyem, berdewamkirina hewlên di nava kampê de ji bo razîkirina wan kesên ku hîn baweriya wan bi vegerê nîne. Ya sêyem, pêwîstiya desthilatdarên Kurd bi çavkaniyan heye. Alîkariyên darayî li ser asta navneteweyî kêm bûne. Pêwîst e ew rewşê kontrol bikin. Pêwîst e em hinek çavkaniyan dabîn bikin da ku heta vedigerin welatê xwe, heta radeyekê jîngeheke hêja ji bo jiyana wan hebe. Lê armanca dawî vegerandina zarokan e bo welatên wan. Îraq jî vî karî dike. Îraqê zêdetirî 9,000 welatiyên xwe vegerandine. Hema ku hikûmetê biryareke cidî li ser da, wan ew bi cih anî û berdewam dikin û tiştê ku kirine jî karekî hêja ye. Hemû welatên rojavayê Balkanê ji bilî yek ji wan welatan, welatiyên xwe vegerandine. Welatên Asyaya Navîn bi sedan û hezaran welatiyên xwe ji vê kampê vedigerînin. Ji ber vê yekê ev daxwaz û bangawaziyek e ji bo vegerandina wan zarokên din jî.