Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li ser hinardekirina petrolê daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ragihand ku serê sibehê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi serkeftî dest pê kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ev gava dîrokî piştrast kir.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

"Îro Şemiyê, 27ê Îlona 2025an, saet 07:00an, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Kerkûkê ber bi bazarên cîhanê ve bi serkeftî dest pê kir."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî destpêkirina hinardeyê wekî “bûyereke dîrokî” bi nav kir û anî ziman:

“Ev peymana li gel hikûmeta federal, destkefteke mezin e ji bo hemû xelkê Îraqê, bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:

“Ji Boriya Petrola Xav a Îraq-Tirkiyeyê, îro sibehê demjimêr 07:07an careke din herikîna petrolê dest pê kir.”

Dahata rojane dê 14 milyon dolar zêde bibe

Ev gav piştî rêkeftina sêalî ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Îraqê û kompanyayên petrolê de hat.

Li gorî Birêvebirê Giştî yê Kompanyaya SOMOyê Elî Nezar, di qonaxa yekem de dê rojane nêzîkî 190 hezar bermîl petrol were hinardekirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Muzher Mihemed Salih jî da zanîn ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê dahata Îraqê rojane 14 milyon dolaran zêde bike.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2023yan ve û di encama biryareke Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê de, bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin ku wê demê li gel petrola Kerkûkê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl dihat hinardekirin.

Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser şêwaza hinardekirinê û rêkeftina sêalî ya li gel kompanyayan, îro careke din hinarde dest pê kir.

Di qonaxa yekem de dê rojane 190 hezar bermîl were hinardekirin û 24 heta 48 saetan digire ku petrol bigihêje Bendera Ceyhanê.