HSD: Li Dêrezorê 4 şervanên me şehîd ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li rojhilatê Dêrezorê di êrişeke DAIŞê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye û çekdarekî DAIŞê jî hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li bajarokê Îbrîheyê yê rojhilatê Dêrezorê 4 şervanên HSDyê dema ku bersiv didan êrişa şaneyên DAIŞê canê xwe ji dest daye.

HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir ku di şer û pevçûna ku piştî êrişê derket de çekdarekî DAIŞê jî hatiye kuştin.

HSDyê destnîşan kir ku operasyonên ji bo şopandina çekdarên DAIŞê û misogerkirina ewlehiya herêmê berdewam dikin û da zanîn:

“Xwîna şehîdan soza me ye ku em dê li ser tunekirina bermayiyên DAIŞê û têkbirina terorê heta dawiyê berdewam bin.”

Nasnameyên şervanên HSDyê yên ku canê xwe ji dest daye nehatin eşkerekirin.