Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin, 6 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê, di navbera du grûpan de pevçûna çekdarî derket. Di encamê de kesek hat kuştin û jinek û zarokek jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Li Taxa Kotekê ya navçeya Artukluyê, di navbera du grûpan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û di demeke kurt de veguherî şerê çekdarî.
Di şer de Veysî D. yê 35 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Îdrîs B. (44), Selma Ç. (36), Melek B. (8), Îsa B. (35), Emîne D. (50) û Ramazan B. (17) jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.
Her wiha hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.