Rêveberiya Xweser bangî cotkaran kir: Li gorî ax û hewayê tov biçînin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Zanistî bang dike ku cotkar tovên li gorî axê hilbijêrin û zeviyên xwe di dema rast de av bidin da ku berhem zêde bibe.

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo bidestxistina berhemeke baş a genim û rûbirûbûna hişkesaliyê, bangî cotkaran kir ku planên çandiniyê yên zanistî bişopînin.

Şêwirmendê navendê Kamîran Mihemed Hînkî diyar kir ku ji ber hişkesalî û kêmbûna baranê di salên dawî de, wan giranî daye ser başkirina tovên genim da ku ji bo her cure axê tovekî guncaw bê bikaranîn.

"Ji bo her herêmê tovekî cuda"

Kamîran Mihemed Hînkî li ser celebên tovan got, “Armanca yekem a navenda me cîbicîkirina programên perwerdeyê ye. Me 3 cure tovên genim ji bo herêmê destnîşan kirine.

Divê li navçeya seqamgîr a yekem cureyê tovê Bihûs 11 an Dûma 6 bê çandin û li herêma seqamgîr a duyem Dûma 2 û Dûma 4 bê çandin ku dikarin xwe li ber ziwabûnê bigirin.

Her cureyeka axê jî pêwîstiya wê bi tovekî taybet heye.”

"Avdana zêde zererê dide genim"

Pisporê çandiniyê her wiha hişyarî da cotkaran ku zeviyên xwe di dema rast de av bidin û got ku avdana zêde jî zererê digihîne zeviyan:

Kamîran Mihemed Hînkî di berdewamiyê jî de got, "Hinek caran avdana zêde nabe sedema berhemeke zêde. Divê cotkar di wextê de zeviyê xwe av bide.

Li ba me sê avdanên serekî hene; qonaxa şînbûnê, qonaxa pelvedanê û qonaxa kulîlkvedan û çêbûna liban.

Qonaxên pelvedan û kulîlkvedanê ji bo avê qonaxên herî hestiyar in û avdana zêde bandoreke neyînî li ser berhemê dawî dike."

Li gorî Navenda Lêkolînên Zanistî, pêbendbûna cotkaran bi van rênimayiyan dê berhemê zêde bike lê bikaranîna bêserûber û ne di wextê xwe de ya gubre (semad) û dermanan dê bibe sedema kêmbûna berhemê.