Serok Barzanî û Bafil Talebanî li ser petrol, hilbijartin û kabîneya nû civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyek ji Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re ragihand ku Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê civiyane.
Li gorî heman çavkaniyê, di civînê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, naveroka civîna Bafil Talebanî û Serok Barzanî ji sê xalan pêk dihat.
Gotûbêjkirina li ser peymana û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku biryar e 11ê Çiriya Paşîn a 2025an werin kirin û her wiha pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, civîn îro nîvro pêk hatiye û demeke kurt berî niha bi dawî bûye.
Baregeha Barzanî jî li ser civînê daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraq û herêmê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Tê payîn ku Bafil Talebanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vegere Silêmaniyê.