Rêveberiya Xweser biryara qedexeya çûnûhatinê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanş ragihand ku ragihandiye ku “heta dema 10 rojan qedexeya çûnûhatinê li hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sepandin.”

Rêveberiya Xweser îro Sêşemê 27ê Cotmeha 2020an di biryareke nû de ragihandiye ku heta dema 10 rojan qedexeya çûnûhatinê li hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê sepandin. Ew qedexe ji 30ê Cotmehê heta 8ê Mijdara 2020an dirêj dike.

Biryara Rêveberiya Xweser nîşanê bi wê yekê dide ku di dema qedexeya çûnûhatinê de hemû bazarên mezin têne girtin, lê firoşgehên xwarin, xorak û keskayî, heta demjimêr 03:00yê esrê vekirî dimînin. Herwiha karê xwaringehan li ser daxwazên derve tenê dimîne.

Di heman biryarê de hatiye ku peristgeh, ji bilî nimêja roja Înê ji bo misilmanan û yekşemê ji bo kiristyanan, têne gitin, wiha jî kombûn û civînên holên konferans, civîn, aheng, şahî û şînê têne qedexekirin.

Dewama hemû dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxcçeyên zarokan weke xwe dimîne, lê bi mercê pabendbûna bi rêkarên xweparêziya tendirustî.

Rêveberiya Xweser tekezî li ser pabendiya bi bikaranîna maskê kiriye.

Nexweşxane, navendên tendirustî yên giştî û yên taybet, rêxistinên navdewletî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firin, nakevin jêr biryara qedexeyê.

Deriyên sînorî jî li gorî biryara hejmar 149 ya 10.10.2020an a Rêveberiya Xweser dimîne.