Li Kerkûkê du xwekuj hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê, du êrişên xwekujî hatin têkbirin û du kesên xwekuj ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin girtin.
Heşda Şeibî ragihand, hêzên wan du êrişên xwekujî li parêzgeha Kerkûkê têk birine û herdu kesên xwekuj jî hatine desteserkirin.
Elî Hisênî, Berdevkê Mîhwera Bakur a Heşda Şeibî ji Rûdawê re ragihand, serê sibeha îro Çarşem 27ê Cotmeha 2021an, li ser esasê zanyariyên istixbaratî, di kemînekê de hêzên Lîwaya 16 a Heşda Şeibî li ser rêya sereke ya Bexdayê û li beramber nahiyeya Taze ya li başûrê Kerkûkê, du xwekuj desteser kirine.
Elî Hisênî diyar kir, wan herdu xwekujan “dixwestin êrişeke terorîstî pêk bînin û xwe biteqînin.”
Berdevkê Mîhwera Bakur a Heşda Şeibî herwiha da xuyakirin, herdu kesên xwekuj piştî desteserkirinê radestî aliyên peywendîdar hatine kirin û lêkolîn bi wan re tê kirin.