Frêna mîdîbusa xwendekaran teqiya: Miriyek û 20 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li Xarpêtê frêna mîdîbusa ku xwendekar tê de bûn teqiya û li 2 otomobîlên din qelibî.
Li gorî agahiyan di bûyerê de kesek mir û 20 kes jî birîndar bûn.
Mîdîbusa şaredariya bajarokê Hoxê ya ku ji bo bernameyekê xwendekaran hilgirt, li ser rêya Nexweşxaneyê firêna wê teqiya û li 2 otomobîlên din qelibî.
Di bûyerê de 21 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Ji birîndaran Aslan Ulgun (63) tevî hemû mudaxeleyan, li nexweşxaneyeke taybet canê xwe ji dest da.