Nasnameyên 10 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameya 10 gerîlayên xwe eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 10 gerîlayên ku di şer û pevçûnên sala 2024an de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 10 gerîlayên wan di pevçûnên li gel artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em soz didin ku em dê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya ti caran neyê jibîrkirin hiştine."

HPGyê destnîşan kir ku ew gerîlayên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê, bi baweriya xwe ya bi felsefeya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan tevlî nav refên têkoşînê bûne û di gerîlatiya serdema nû de xebat kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Azê Rojgirav: Navê wê yê fermî Mijdar Mihemmed e û ji Kobaniyê ji dayîk bûye û 23yê Çiriya Paşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Lêgerîn Canfeda: Navê wê yê fermî Berçe Şaşmaz e li Almanyayê ji dayîk bûye û 20ê Çiriya Paşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Hêlîn Kobanî: Navê wê yê fermî Şemsa Adil Feyad e û li Minbicê ji dayîk bûye û 20ê  û Çiriya Paşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Dijwar Nûrheq: Navê wî yê fermî Hisên Nebhen e û li Şehbaya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û di 24ê Tebaxa 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Milîtan Heqî: Navê wî yê fermî Mustafa Akyildiz e û li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û Tebaxa 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Dilêr Serdar: Navê wî yê fermî Arman Kadirpur e û li Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û 31ê Çiriya Pêşîn a 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Rojhat Ararat: Navê wî yê fermî Meysem Muhammedzade ye û li Makûya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û 24ê Tebaxa 2024an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Azad Minbic: Navê wî yê fermî Ednan Şewax e li Minbica Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 29ê Tebaxa 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Şevger Dirbêsiyê: Navê wî yê fermî Ridvan Osman e û li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 7ê Tebaxa 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Rohat Zagros: Navî wî yê fermî Yusufcan Evren e û li Stenbolê ji dayîk bûye. Her wiha 4ê Tebaxa 2024an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd û malbatên gerîlayan re xwest.