Gelo di nav parlamenterên Kurd de sîxorek heye?

Hewlêr (Rûdaw) –  Perlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê guman dikin, ku di nava wan de yekî derbarê 15 parlamenterên tevlî referandûma serxwebûnê bûne, zanyarî dabin Bexdayê. Serokê Fraksiyona YNKê jî vê yekê piştras dike û dibêje: “Parlamenterên Ereb ji me re gotin, me zanyarî ji endamên we wergirtine.”

 

Roja 7ê Cotmehê komîsyonên demkî yênyasayî û karûbarên navxwe yên Parlamentoya Iraqê, bi hinceta ku beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bûne, derbarê 14 parlamenterên Kurd de biryara derxistinê da û ev biryar pêşkeşî Dadgeha Federal kir. Paşî ev hejmar bû 15 parlamenter.

 

Piştî ku dosyeyên derbarê van 15 parlamenteran de hatine nirxandin, Dadgeha Federal roja 11ê Cotmehê bersiv da parlamentoyê. Di bersivê de hatiye gotin: “Li gorî Destûra Iraqê, derbirîna nêrînê û biryardana li ser parlamenterên ku di giştpirsiyê de deng dane, ne karê me ye.”

 

Lê parlamenterên Partiya Dewleta Yasa, ku ew serpereştiya vê dozê dikin, 150 îmze kom kirine û careke din dosya pêşkeşî Dadgeha Tawanan a Bexdayê kirine.

 

Gumanbar kê ye?

 

Şaxewan Ebdullah yek ji wan parlamenteran e, ku navê wî dane dadgehê, ji Rûdawê re got: “Me bi eşkere ji wan komîsyonan re gotine, ku em xwe naxin bin lêkolînê. Em ne amade ne herin bin barê berpirsiyariya hinek parlamenteran, ku bi 2 hezar dengan bûne parlamenter. Me ji wan re got, hemû parlamenterên me beşdarî giştpirsiyê bûne.”

 

Serokê Fraksiyona YNKê Arêz Ebdullah jî di vê derbarê de got: “Parlamenterên Ereb ji me re gotin, me zanyarî ji endamên we wergirtine.”

 

Şaxewan Ebdullah zanyariyên Arêz Ebdullah piştrast kir û ragihand: “Parlaemnterekê Kurd bi hevkariya parlamenterên Ereb, lîsteya derbarê 15 parlamenteran de, li ser hîmê dijitiya şexsî, amade kiriye. Navê parlamenterên herî dilsoz nivîsandine. Ji 65 parlamenterên kurd tenê 4 parlaemnter beşdarî referandûmê nebûn.”

 

Balkêşe, ku di rûniştina roja 16ê Mijdarê ya Parlamentoya Iraqê de, dema hewla cezakirina wan parlamenterên Kurd dihate dayîn, hemû parlamenterên Kurd rûniştin boykot kirin lê 2 parlamenterên YNKê, Ala Talebanî û Şivan Dawûdî tevlî boykotê nebûn.

 

Berdevkê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Şivan Dawûdî di vê derbarê de dibêje: “Min ji ber wê yekê rûniştin boykot nekir, çimkî metirsî li ser hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hebû. Nexwe ez jî li dijî cezakirina parlamenterên Kurd im. Bexeda jî dizane ji sedî 98ê parlamenterên Kurd beşdarê referandûmê bûn û deng dan. Lê qedera Kurdan ev e, yan li Bexdayê û yan jî li Kurdistanê weke xayîn tên îlankirin.”

 

Parlamenterên ku dane dadgehê piranî gumanê ji parlamentera YNKê Ala Talebanî dibin. Ew hê jî di rûniştinên parlamentoyê de weke serokê fraksiyonê di kursiyên pêş de rûdine.

 

Lê Şivan Dawûdî red dike, ku ti parlamenterekî kurd zanyarî dabine Bexdayê û dibêje: “Ji xwe ew dizanin ka kî deng daye. Wan parlamenteran jî eşkere deng dabûn.”

 

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn jî dide xuyakirin: “Gumanên min hene, ku parlamenterekî kurd navê wan parlamenterên din dabe lê di destê min de belge nînin. Bi nêrîna min ji ber çalakî û parastina mafên Kurdan navê wan parlamenteran hatiye destnîşankirin.”

 

Parlamentera PDKê Necîbe Necîb jî got: “Wan gotin, ku navê parlamenterên beşdarî referandûmê bûne li cem wan heye lê ji ber dostaniya xwe navê hemûyan nedane dadgehê.”

 

Navê 15 parlamenterên Kurd wiha ne

 

Ji wan 15 parlamenteran 11 jê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne. Ew jî Erefat Ekrem, Şaxewan Ebdullah, Rênas Cano, Viyan Dexîl, Eşwaq Caf, Hakim Serhan Ehmed, Necîbe Necîb, Mele Salim Şebek, Sîrwan Sîrînî, Erdelan Nûredîn û Şîrîn Dîno ne. 2 ji wan ji Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ne; Arêz Ebdullah û Qadir Ebdulezîz. Herwiha ji fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Mûsenna Emîn û Adil Nûrî.

 

Cezayê wan re tê xwestin çi ye?

 

Li gorî madeya 156 a Yasaya Cezakirinê ya Iraqê ya jimare 111ê sererastkirî ya sala 1969ê, parlamenterên Kurd bi tometa “gefa li dijî yekîtî û xaka Iraqê” tên tometbarkirin. Li gorî vê madeyê, eger kesekî bi qestî ev kar kiribe û li dijî serxwebûna welat bibe gef, dikare were îdamkirin.