Ehmed Huseynî: Divê Kurd hev qebûl bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Rewşenbîrên Rojavayê seredana Herêma Kurdistanê dike û piştî çend hevdîtinên li Duhokê, îro gihişte Hewlêrê û wê li Hewlêrê jî, hinek hevdîtinan pêk bînin. Helbestvan Ehmed Huseynî ku serokê wê şandê ye dibêje, “Divê Kurd hev qebûl bikin û divê rewşenbîr jî bi rola xwe rabin.”
Şanda Rewşenbîrên Rojavayê, ji her yek, ji Ehmedê Huseynî, Endamê Komîteya Rêvebir ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Qadir Egîd, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Anahîta Sîno Hevseroka Rewşenbîrên Herêma Cizîrê pêk tê.
Ehmedê Huseynî ku wek Şêxê Helbestê jî tê zanîn, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa serdana wan û rola rewşenbîran di civakê de kir.
Huseynî amaje bi wê dike, roleke girîng dikeve ser milên rewşenbîran taybet jî rewşenbîrên Kurd û dibêje, “Divê rewşenbîr bi rola xwe rabin, xwedî li nirxên netewî derkevin û bi kêmanî gotara aqilane pêş bixin û av bidin û ji Kurdan re bibêjin: Pêwîst e rêya diyalogê, hevdu pejirandinê û hev guhdarîkirin hebe û dersan ji dîrokê derxînin.”
Şanda Rewşenbîrên Rojavayê, li gel Liqa Duhokê yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê hevdîtin pêk anîbûn.
Di wan hevdîtinan de peywendiyên rewşenbîrên Rojava û Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistin û xurtkirina danûstandin û hevdîtin û berdewamiya peywendiyan kirin.
Şêxê Helbestê rexne li helwesta aliyên Kurdî digire ku “bi awayekî erzan li xwînê temaşe dikin” û dibêje, “Kesê rewşenbîr be çawa dikare cudahiyê bixe navbera xwîna Kurdan ku Pêşmerge, Gerîla be an ji YPGê be.”
Ehmed Huseynî dibêje, divê di navbera rewşenbîrên Kurd de peywendî û danûstandin hebe ku “em bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê em bikarin xêzên sor diyar bikin ku ev milet çawa dikare jiyana xwe berdewam bike, bêyî metirsî. Pêwîst nake em xwe bidin vî alî an wî alî!”
Di dewama gotinên xwe de Ehmed Huseynî dibêje, helbestvanan “bi destê xwe xwe xistine nav siyasetê û bûne alîgir. Lê em dixwazin di vê kêliyê de îspat bikin û bibêjin ku hinek hene naxwazin Kurd li ser maseyekê rûnin, sûdê ji vê yekê werdigirin û Kurd in.”