16 Photos
Li beşek ji navçeyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet li çiya û bilindahiyan, yekem berfa payîza îsal barî û rûyê erdê bi rengê spî yê berfê xemilî.
Li sînorê parêzgeha Hewlêrê, bi taybet li çiyay û navçeyên sînorî berf barî, yek ji wan cihan jî ku berf lê bariye, Çiyayê Korekê ye.
Piştî barîna berfê beşek ji hemwelatiyan berê xwe dane çiya, daku demeke xweş di nava yekem berfa îsal de derbas bikin.