Li gundekî Amedê jiyan li ser pişta keran e: ‘Ker nebin jiyan nîne’
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî 150 xaniyî yê Amedê ji ber pirsgirêka rê û veguhastinê gundî barên xwe bi keran dibin malên xwe.
Muxtarê gund diyar kir, “Li her malê kerek an 2 ker hene. Li vê derê eger ker nebin jiyan nîne.”
Li gundê Xarokê yê navçeya Şankuşê ya parêzgeha ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê xelk ji ber nebûna rêyan, zehmetiyê dikişînin û neçar in barên xwe bi keran bibin.
“Pêşî tînin meydanê paşê li keran dikin”
Niştecihên gundê Xarokê dema ji navenda bajêr an navçeyê diçin, li meydana gund kom dibin.
Gundî piştî ku kel û pelên xwe ji wesayîtan datînin, ji bo veguhastina wan keran bi kar tînin.
“Rê û binesazî nînin”
Li gundê ku hema bêje li her malê kerek heye, veguhastina ji meydanê heta nav gund bi keran tê kirin.
Muxtarê gund Zulkuf Yîgîtalp jî diyar kir ku li gudn 150 malên wan hene û pirsgirêka wan a sereke hîn jî rê ye.
Bi gotina Zulkuf Yîgîtalp binesaziya wan nîne û ew hîn jî barên xwe bi keran dibin nav gund.
“Herî zêde zivistanê zehmetî heye”
Yîgîtalp bal kişand li ser zehmetiyan û got:
"Xelk ard tîne, ji ber ku veguhastin nîne ji meydana gund heta nav gund bi keran dibin.
Herî zêde zivistanê zehmetî heye. Dema nexweşên me hebin em heta rêya sereke bi meş diçin.”
Muxtar ser girîngiya ajelan a ji bo gundiyan jî wiha got, “Li her malê 1-2 ker hene.
Li vê derê eger ker nebin jiyan nîne. Eger 150 mal hebin, 150 heb ker jî hene."