Li Mêrdînê agir bi malekê ket, pîrejineke 80 salî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket û pîrejineke 80 salî mir.

Li gundê Zînê ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn agir bi malekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandnê çûn cihê bûyerê.

Tîman midaxele kir û agir vemirand.

Di lêkolîna ku li malê hat kirin de termê Atiye Fîdana 80 salî hat dîtin.

Tîman termê Fîdanê ji bo otopsiyê veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Hat ragihandin ku derbarê sedema derketina êgir dest bi lêkolînê hatiye kirin.