Şewata li Kormorê hat kontrolkirin: Karmend vegeriyan ser karên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa derengiya şeva borî, îro şewata li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê bi temamî hat kontrolkirin.

Şeva çarşemê nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Kormorê hat kirin û ji ber vê yekê agir bi depoyeke mezin a qadê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro nêzîkî demjimêr 09:00ê sibehê agir bi temamî hatiye kontrolkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ji cihê bûyerê ragihand:

“Heta niha jî bi awayekî berdewam av li tankê tê reşandin û tê sarkirin ku şeva borî ji ber êrişê agir pê ketibû.

Ev yek ji bo wê yekê tê kirin ku rê li ber teqîneke mezintir û ducarebûna agir were girtin.”

Li gorî gotina Nûçegihanê Rûdawê, “Du pomeyên hilberîna gaza xwezayî nesekinîne û xebata wan berdewam e lê ew ji bo pêdiviyên navxweyî yên qadê tên bikaranîn, ne ji bo hilberîna karebayê.”

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî her wiha got:

“Beşeke kêm a endezyar û karkerên Kormorê vegeriyane ser karên xwe.

Her wiha hejmara tankerên veguhastina gazê bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye.”

Şeva borî hatibû belavkirin ku êriş bi dronan hatiye kirin lê pişt re Şirketa Dana Gasê ragihand ku êriş bi mûşekan bûye lê aliyên berpirs ên xwecihî yên herêmê dibêjin ku ji bo piştrastbûnê lêkolînên wan didomin.

Ew qada ku êriş lê hatiye kirin, navenda çavkaniya sereke ya hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê ye.

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kiribû.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Wezîrê Karebayê: Kareba dê di nava 24-48 demjimêran de asayî bibe

Wezîrê Karebayê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed ragihand ku eger pirsgirêk tenê di depoyê de be, dê rewşa karebayê di nava 24-48 demjimêran de asayî bibe.

Kemal Mihemed her wiha tekez kir ku gaza malan biha nabe.

Wezîrê Karebayê yê Herêma Kurdistanê li ser rewşa dawî ya piştî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da.

Wezîr diyar kir ku ji ber êrişê 2 hezar û 700 heta 3 hezar megawatt kareba ji sîstemê derketiye û niha tenê hezar û 100 heta hezar û 300 megawatt kareba tê hilberîn.

Kemal Mihemed derbarê dayîna karebayê ya ji bo welatiyan eşkere kir ku di rewşa niha de ew dikarin rojane 6-8 demjimêran karebayê bidin welatiyan.

Mihemed li ser îdiayên bihabûna gaza malan jî got, "Ji bo hefteyekê gaza me heye, gaza malan bi ti awayî biha nabe."

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.