Brîtanyayê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê êrişa ku şeva borî li Qada Gazê ya Kormorê "bi tundî" şermezar kir.
Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyeke bi Kurdî belav kir û got:
"Êrişa li her binesaziyeke bingehîn gefê li aramiya Îraqê û selametiya gelê wê dike."
Konsulxaneya Brîtanyayê helwesta welatê xwe jî eşkere kir û da zanîn:
"Brîtanya li gel hevparên xwe yên Îraqî radiweste û piştgiriya hewldanên parastina saziyên bingehîn dike."
Şeva borî li Qada Gazê ya Kormorê ya nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê êrişek hat kirin û di encamê de agir bi depoyekê ket.
Serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê êriş bi tundî şermezar kir.
Kareba qut bû
Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.
Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”
"Herikîna gazê rawestiya"
Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:
“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.
Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.
Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”
Qada Gazê ya Kormorê
Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.
Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.
Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.