Li Qoserê pevçûna du koman: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê di navbera du koman de pevçûn derket û di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Di navbera du zêrkerên li navçeya Qoserê de ji ber sedemeke nediyar niqaş derket.
Paşê mirovên wan jî tevlî pevçûnê bûn û wan bi dar û çovan êrişî hev kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Polîsan gule berdan hewayê da ku ew ji hev veqetin.
Şîrîn D. (35), Diyar A. (25) û Abdurrahman A. (51) di pevçûnê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Qoserê ya Dewletê.
Hat zanîn ku Şîrîn D. li nexweşxaneyê mir.