Dana Gasê li ser êrişa li Kormorê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî li Qada Gazê ya Kormorê embarek bi mûşekan hatiye armancgirtin.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê (Silêmanî) hat kirin.

Dana Gasê diyar kir ku ji bo kontrolkirina agir hilberîn hatiye rawestandin û şirket ji bo şopandina rewşê bi berpirsên herêmê re di nav pêwendiyê de ye.

“Hilberîn hatiye rawestandin”

Daxuyaniya Dana Gasê ev e:

"Şirketa Dana Gasê (PJSC) bazarê agahdar dike ku embareke hilanîna şilemeniyê ya li Qada Kormorê ya li Herêma Kurdistana Îraqê bi mûşekê hatiye armancgirtin.

Ti ziyana canî negihiştiye karmendan. Pêvajoya hilberînê bi mebesta vemirandina agir û nirxandina rewşê hatiye rawestandin.

Şirket bi desthilatdarên herêmê re di nav hevahengiyeke berdewam de ye û dê di dema guncav de agahî û pêşhatên nû ji bazarê re ragihîne."