Bexda, Hewlêr û Koalîsyon dê bi hev re êrişa li Kormorê lêkolîn bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî "civîneke lezgîn" pêk anî û biryar da ku ji bo lêkolîna êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê komîteyeke bilind bi beşdariya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û bi piştgiriya Koalîsyonê were avakirin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan li ser vê civînê daxuyaniyek da.

 Numan Sebah di daxuyaniyê de eşkere kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî "serokatiya civîneke lezgîn kir ku wezîrên parastin, karên navxwe û serokên dezgehên ewlehiyê tê de amade bûn, da ku encamên êrişa şeva borî ya li Qada Gazê Kormorê gotûbêj bikin."

Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî ferman daye ku bi serokatiya Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê "komîteyeke bilind a lêkolînê" were avakirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê jî di komîteyê de ye

Derbarê pêkhateya komîteyê de hat ragihandin, Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê endamên komîteyê ne û her wiha lêkolîn dê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi rê ve biçin.

Her wiha komîteyeke teknîkî ku ji aliyên pêwendîdar ên Fermandariya Operasyonên Hevbeş pêk tê, erkê lêkolîna hûr wergirtiye da ku kiryarên wê bûyerê û aliyên ku piştgirî dane wan eşkere bikin û li gorî yasayê werin cezakirin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, êrişa şeva borî a li Qada Gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê wekî "destdirêjiyeke tawanbarî" û hewldanek ji bo têkdana aramiya welêt ji aliyê "aliyên terorîst ve" bi nav kir, ev yek di demekê de ye ku "Îraq ber bi aramiyê ve gavan diavêje."