Ji Fîsê heta bi Qendîlê: 47 salên Partiya Karkerên Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku 47 sal berê li gundê Fîsê yê Licê hat damezrandin, îro di qonaxeke dîrokî û krîtîk re derbas dibe.
Pêvajoya damezirandinê ya xwe dispart çîna karkeran û biryara şerê çekdarî niha bi bangên Abdullah Ocalan ên ji bo “fesixkirin” û “çekdanînê” veguheriye rojeveke nû.
PKK yek ji wan rêxistinan e ku dînamîkên şer û pevçûnên li Tirkiyeyê diyar kirine. Îro 27ê Çiriya Paşîn a 2025an e û salvegera 47an a damezrandina wê rêxistinê ye.
PKK, 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li gundê Fîsê yê navçeya Licêya Amedê bi civînekê hat damezirandin.
Abdulah Ocalan û kadroyên ciwan ên çepgir ên li derdora wî, ji tevgerên çep ên Tirkiyeyê veqetiyan û xeteke serbixwe ya ku têkoşîna neteweyî ya Kurd li navendê xwe digirt ava kirin.
Di danezana damezrandinê de, tevî analîzên çînî, daxwazên nasnameyê yên li herêmê wekî argumana sereke ya siyasî dihatin pêşkêşkirin.
Darbeya 1980yî û derbasbûna têkoşîna çekdarî
Darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, derdorên siyasî yên Kurd bi awayekî tund kirin hedef. Girtina bi hezaran kesan û binpêkirinên giran ên mafan ên li Girtîgeha Amedê, radîkalîzebûna Kurdan a di warê neteweyî de zêdetir kir.
Kadroyên rêxistinê bi piranî derbasî Sûriye û herêma Bekayê yê Libnanê bûn. Ev serdem, bû ew pêvajo ku biryara şerê çekdarî tê de hat girtin.
Êrişên Dihê û Şemzînanê yên 15ê Tebaxa 1984an, wekî dîroka fermî ya destpêkirina çalakiyên çekdarî yên rêxistinê hatin tomarkirin.
Salên 1990î: Gurbûna şer û pêvajoya navneteweyîbûnê
Salên 1990î, hem ji bo hêzên dewletê û hem jî ji bo PKKyê serdemeke ku şer tê de gihîştibû asta herî bilind.
Bi valakirina gundan, koçberiya bi zorê, cînayetên kujernediyar û operasyonên berfireh re krîzeke mezin a mirovî çêbû.
Di heman salan de PKK li Ewropayê di qadên dîplomatîk, siyasî û medyayî de bêhtir xuya bû û saziyên girêdayî rêxistinê di nav diyasporayê de berfireh bûn.
1999: Girtina Ocalan û yekem banga çekdanînê
Abdullah Ocalan sala 1999an li Kenyayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê. Di pêvajoya darizandinê de Ocalan eşkere kir ku "divê têkoşîna çekdarî bê qedandin."
Ocalan heman salê bangî rêxistinê kir ku derkeve derveyî sînorên Tirkiyeyê.
Ji wê demê û pê ve, Ocalan di daxuyaniyên xwe yên ji Îmraliyê de mijarên "pêvajoya çareseriyê", "siyaseta demokratîk" û "bidawîanîna tundiyê" derxistin pêş.
2000 - 2010: Hewldanên vekişînê û şikestinên hewlên aştiyê
Destpêka salên 2000î, PKKyê ragihand ku wê çalakiyên xwe dane sekinandin lê ji ber meylên cuda yên di nav rêxistinê de pêvajo bi awayekî istîqrar nemeşiya. Sala 2004an çalakiyên çekdarî ducare dest pê kirin.
Sala 2009an têkiliyên dewlet û Ocalan yên ku wekî "Hevdîtinên Osloyê" tên zanîn ketin rojevê.
Di heman salan de polîtîkayên destpêkirina “pêvaojoya aştiyê” gavên demokratîk hatin nîqaşkirin.
Ji ber ku pêvajo bi dizî dihat meşandin û aloziyên siyasî hebûn, diyalog neguherî çareseriyeke mayînde.
2013: Pêvajoya çareseriyê û peyama Ocalan a Newrozê
Di Newroza 2013an de nameya Rêberê PKKyê li Amedê ji bo bi sed hezaran kesî hat xwendin. Di peyamê de teqezî li ser "bêdengbûna çekan û axaftina ramanan" hatibû kirin.
Pêvajoya vekişîna gerîlayên PKKyê ya ji Tirkiyeyê dest pê kiribû piştî demeke kurt sekinî.
Hem bandorên şerê navxweyî yê Sûriye û hem jî hevsengiyên siyasî yên li nav Tirkiyeyê, rê li ber wê yekê girtin ku ev hewlana “aştiyê” ya Ocalan û Enqerê bigihê encameke erênî.
Piştî 2015an: Jinûve gûrbûna pevçûnan
20ê Tîrmeha 2015an êrişa DAIŞê ya li aktivîst û xwendekarên Kurd ên li Sirûcê, di 22yê Tîrmeha 2025an de kuştina 2 polîsan li Serê Kaniyê bûn çirûskên şerekî tûnd û xwînî li Tirkye û Bakurê Kurdistanê.
Ji Tîrmeha 2015an û pê ve şer û pevçûnan bi awayekî dijwar dest pê kirin.
Li navendên bajaran şerê xendek û barîkatan dest pê kir.
Di şerên li bajarên Sûr, Gever, Şirnex, Cizîr, Nisêbînê bi sed hezaran şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) canê xwe ji dest da û bi hezaran leşkerên Tirkiyeyê mirin.
Ev serdem, hem di bîra siyasî û hem jî di bîra civakî de bû sedema şikestineke kûr.
Ji sedî 60ê bajarên Sûr, Gever, Şirnex, Cizîr, Nisêbînê hatin rûxandin û nêzîkî milyonek însan koçber bûn.
Wezarta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm bi ser hemû şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de tayîn kirin.
Ji sala 2015an heta Çiriya Pêşîn a 2024an li çiyayên wekî, Zap, Metîna, Gare û Qendîlê yên Herêma Kurdistanê şer û pevçûnên dijwr di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de qewimîn.
Di Çiriya Paşîn a 2024an de silava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê bû destpêka pêvajoyeke nû û dîrokî ku di salekê de çarenivîsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê guherand.
Xwefesixkirina PKKyê
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22 Çiriya Pêşîn a 2024an got ku bila Ocalan were li Parlamentoya Tirkiyeyê îlan bike ku PKK fesix kiriye.
Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwest ku PKK kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.
Kongreya çekdanînê ya PKKyê
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.
Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn."
Li gorî pisporan, belavbûna temamî ya PKKyê an bidawîanîna çalakiyên çekdarî ne tenê bi biryarên navxweyî yên rêxistinê ve girêdayî ye; ev yek girêdayî guherîna hevwext a şert û mercên siyasî yên li Îran, Îraq,Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Herî dawî 27ê Çiriya Pêşîn a 2025an PKKyê ragihand ku biryara vekişandina hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê daye.
21ê Çiriya Paşîn a 2025an jî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê, di dengdana xwe de biryar da ku heyetekê bişîne Îmraliyê.
Her wiha 24ê Çiriya Paşîn a îsal Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku hevdîtina endamên Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re erênî derbas bûye.
Rêxistina ku nêzîkî nîv sedsalekê di warî, çekdarî, îdeolojîk, siyasî, aborî û civakî de bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye niha bi bangên rêber û damezrînerê xwe dawî li bingeha xwe ya çekdarî aniye.
Gerîla û femandarên PKKyê yên Fîsa Licê dest bi wê rêwîtiyekê kiribûn niha li Qendîlê li hêviya çarenivîsa xwe ne.