Rêveberiya Xweser 2 Spanyayî radestî welatê wan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 2 kesên DAIŞî yên ji Spanyayê radestî heyeteke ji welatê wan kirin.

Doh heyeteke Spanyayê ya bi serokatiya Balyozê Spanyayê yê Şamê çû Rojavayê Kurdistanê û bi berpirsên Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Di wê civînê de behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya pêkanîna Peyamana 10ê Adarê û dan û standinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser.

Rêveberiya Xweser her wiha di çarçoveya wê serdanê de jinek û zarokekî ji malbatên DAIŞê radestî heyetê kirin.

Rêveberiya Xweser herî dawî 10ê Kanûna Paşîn a 2023yan 2 jin û 13 zarokên DAIŞî radestî Spanyayê kiribûn.