Li Amedê 70 xwendekar bi jehre ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hênê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, herî kêm 70 xwendekarên dibistanekê bi jehrêketin.
li Dibistana Seretayî ya gundê Nêrîba Topalanê (Laboyûn) ya ku 130 xwendekar lê ne, herî kêm 70 xwendekar bi jehre ketine.
Xwendekarên Dibistana Seretayî û Navîn a Laboyûnê piştî ku kofte, şîranî û meqerne xwarin, demek şûnda nexweş ketin.
Ew xwendekarên ku dilê wan li hev ket û vereşiya, ji aliyê malbatên wan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê.
Mehmet Zekî Alveroglu ku bavê xwendekarekê ye derbarê bûyerê wiha got:
"Xwendekarên me diçin Dibistana Nêrîba Topalanê ya Hênê.
Ji ber xwarina ku li wir xwarine nexweş ketin. Di xwarinê de kofte, şîranî û meqerne hebûn. Me ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê."
Li aliyê din hat diyarkirin ku tenê 4 xwendekaran dilê wan li hev ketiye hebûne û xwendekarên din ji bo tedbîrê birine nexweşxaneyê.