Li Qoserê komkujiya malbatê: Dadgehê biryara girtina kesekî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê, têkildarî kuştina dê, bav û keça wan a 5 salî gumanbarekî bi navê M.C. hat girtin.

Gumanbarê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû desteserkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqî dadgehê hat kirin.

Dadgeriyê biryara girtina M.C. da û ew şand girtîgehê.

Li gorî agahiyan, polîsan dest daniye ser wê çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn.

Hat diyarkirin M.C. ne bi hinceta kuştinê, bi hinceta reşkirina delîlan hatiye girtin.

Çi bûbû?

Pêr bi şev li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna Kaya û keça wan a 5 salî Samyelî Kaya li mala xwe mirî hatibûn dîtin.

Di encama lêkolînan de hatibû tesbîtkirin ku her sê endamên malbatê bi guleyan hatine kuştin.

Cenazeyê Mehmet Kaya li gundê Qewsanê hatibû veşartin.

Ji ber ku Berna Kaya xelka Wanê bû, cenazeyê wê û keça wê li Wanê hatibûn veşartin.