Li Rihayê qeza, ajokarek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirek wergeriya û ajokarê wê mir.
Barhilgira bi plakaya 02 ABF 250 a ku Omer A. diajot, li nêzîkî taxa Pîrxelîlê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê destnîşan kir ku ajokar Omer A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.