Li Mehabadê Festîvala Govendên Kurdî tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mehabadê bi beşdariya 10 komên ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Festîvala 3yemîn a Govendên Kurdî dest pê dike.

Birêvebirê festîvalê dibêje armanca wan parastina reseniya çand û hunera Kurdî ye.

Birêvebirê Festîvala 3yemîn a Govendên Kurdî ya Mehabadê Raber Kurdistanî bû mêvanê bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Raber Kurdistanî ragihand, merasîm dê demjimêr 10:00an bi awayekî karnavalê li ser Pira Tewhîdê dest pê bike û paşê li Salona Wehdetê ya Mehabadê bidome.

Raber Kurdistanî li ser awayê hilbijartina koman ji Rûdawê re da zanîn:

“Destpêkê 29 koman berhemên xwe şandin û serlêdan kir.

Piştî nirxandina komîteyê, 10 kom ji bo qonaxa dawî û pêşbirkê hatin hilbijartin.”

Kurdistanî diyar kir ku komên beşdar nûnertiya hemû herêm û zaravayên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Di nav wan de Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kelhûrî û Erdelanî hene û erdnîgariya beşdaran ji Urmiyeyê heta Îlam û Kirmaşanê li xwe digire.

Xeynî komên pêşbirkê, çend komên din jî wekî mêvan beşdar dibin.

Festîval ne tenê nîşandan e, di heman demê de pêşbirk e.

Di nava 2 rojên festîvalê de dê xelatan bidin komên yekem, duyem û sêyem.

Di çarçoveya çalakiyan de beşeke taybet ji bo wênegiriyê hatiye veqetandin.

Raber Kurdistanî got, “Festîvaleke me ya taybet a ji bo wênegiran jî heye ku wênegirên herêmê dîmenên govend û bedewiya Mehabadê tomar dikin.”

“Reşbelek di nav xelkê de zindî ye”

Raber Kurdistanî li ser pirsa Rûdawê ya derbarê beşdariya jinan û govenda tevlihev (reşbelek), amaje bi wê yekê kir ku ji ber yasa û rêkaran ew nikarin li ser dikê bi awayekî fermî komên tevlihev (jin û mêr) derxin û anî ziman:

“Her çi qas ji ber rewş û yasayan astengî hebin jî reşbelek di nav ahengên malbatî û dawetan de zindî maye û xelk wê diparêze.”

Kurdistanî diyar kir, tevî piştgiriya beşek ji saziyên hikûmî, wan ji bo çalakiyê zêdetir pişta xwe daye xwebexş û dilsozên çandî yên bajarê Mehabadê.

Festîval dê du rojan didome.