Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê texmînkirin li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare û roja duşemê jî li 13 parêzgehan berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, roja yekşemê ji xeynî bajarê Edirneyê li 80 parêzgehan baran dibare.
“Li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare”
Her wiha 1ê Kanûna Pêşîn li 2 bakarên Tirkiyeyê û 11 bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Roja duşemê li parêzgehên Qers, Agirî, Erdexan, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Erzirom, Çewlîg, Erzingan û Sêwazê berf dibare.
Saziyê hişyarî da welatiyan ku di hat û çûnê de baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
“Zivistana herî bi berf a 10 salên borî”
Pisporên keş û hewayê dibêjin ku li gorî texmînan, zivistana îsal dibe ku bibe zivistana herî bi baran û berf a 10 salên borî.