McCain: Pêşmerge hêzekî leheng e

27-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêer (Rûdaw)- Senatorê Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê (DYA) John McCain Hêzê Pêşmerge wekî lehenga nirxand û ragihan ku divê çêkên giran ji bo pêşmerge bên dabînkirin.

 

 

John McCain îro li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî kir.

 

 

Piştê hevdîtinê McCain ji Rûdawê re wiha got: “Pêşmerge hêzekî leheng e. Divê çekên giran ji bo wan bên dabîn kirin. Dema ku ez vegeriyam Amerîkayê ji bo dabînkirina çekan bo pêşmerge çi ji min bêt ezê bikim.”

 

 

Senatorê John McCain di serdana Bexdayê de gotibû Hêzên Pêşmerge ji Artêşa Iraqê bihêztir e û rewşa Artêşa Iraqê ne baş e.”

 

McCain anîbû ziman ku hebûna Artêşa Îranê ya li axa Iraqê metirsî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst