Hûda-Par û DBP hevdu sûcdar dikin

 

Amed (Rûdaw) - Piştî bûyerên li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê 2 kesî jiyana xwe ji dest da, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek û Cîgirê Serokê Hûda-Parê Huseyin Yilmaz hevdu sûcdae dikin.

 

Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yukesk derbarê bûyerên ku ji duhî ve li Cizîrê bedewam dikin daxuyaniyek li ber avahiya Şaredariya Mezi a Amedê da û ragihand ku li endamên partiya wan gef tên xwarin.

 

Yuiksek diyar kir ku wan ji bo ku bûyer bên rawestîn çend hevdîtin ligel rayedarên Hûda-Parê  pêk anîne û wiha domand:

 

“Me got, divê nekevin provokasyonan.Her çi qasî hinek mutabakat hene jî bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Armaca van aliyan ew e ku pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê provoke bikin.”



Yuksek wiha berdewam kir: “Em bangê li van hêzan dikin ku bila dawî li van êrîşên li dijî partiya me bînin. Ev lîstik û kemînek e. Dixwazin me bikişînin nava kemînê. Li Cizîrê welatiyekî me hat qetilkirin.  Lê divê teqez bi çekê bersivê nedin. Em diyar dikin ku emê vê lîstikê xera bikin. Yên ku pevçûnê sor dikin hêzên dewletê ne.  Em dizanin ku guleyan li gelê me dibarînin.”

 

Cîgirê Serokê Hûda-Parê Huseyin Yilmaz jî li avahiya partiya xwe daxuayniyek da û ragihand ku endamên Tevgera Demokratîk a Ciwanan (YDG-H) û aligirên PKKê bi çekan êrişî malên endamên partiyan wan kirine û herwiha polîsan jî li hemberî vê yeke ti hewl nedane.



Yilmaz, Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek rêxne kir û wiha got:

“Êriş di dîmenên kamerayan de tê xuyandin lê Hevserokê Giştî yê DBPê Yuksek berevajiyê wan dîmenan dibejê û îdia dike ku endamên partiya me êrişî wan kiriye. Ti feydeyê wan daxuyaniyên bêxem nîne divê ew bixwe jî bizane êdî rastî nayê veşartin.”