Partiyên Rojhilatî li ser serdana Larîcanî ya Başûr mîna hev nafikirin
Silêmanî (Rûdaw) – Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, li ser serdana Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî ya Herêma Kurdistanê mîna hev nafikirin.
Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi rayedarên Hewlêr û Silêmaniyê re rûnişt.
Her çiqas rayedarên Başûr ji serdana Larîcanî kêfxweş bin lê partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde ji vê yekê kêfxweş nebûn.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Komeleya Komunîst a Îranê, Ehmed Salihî li ser serdana Larîcanî ji Rûdawê re got, xwezî ti kurdek heta Herêma Kurdistanê jî bi Îranê re têkiliyên dîplomatîk danenîba çimkî kurd her tim ji Îranê zirarên dibînin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mehmûd Sahibî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê, eger bi zirara kurdan nebe, ti qusûra wê tine.