Hewlêr (Rûdaw)- Şêwirmendek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê îdiayên firotina petrola Herêma Kurdistanê bo DAIŞê, bersiva Moskoyê da.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Zanyariyên Artêşa Rûsya derbarê îdiayên firotina petrola Herêma Kurdistanê bo DAIŞê, tometên zalim in û tevliheviya rastiyan e, ji ber ku tenkerên li ber deriyê Îbrahîm Xelîl petrola Kurdistanê dibin bo parzûngehên Tirkiyê, ne ji DAIŞê re dibin Tirkiyê.”
Duhî Artêşa Rûsya hejmarek wêne û belge li ser hebûna pêwendiyên bazirganiyê yên petrolê di navbera Tirkiyê û DAIŞê de belav kir.
Di wêneyekî ji wan wêneyan de, ku ji asman hatiye girtin, 12 hezar tenkerên petrolê li nêzîkî bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê li ser sînorê Tirkiyê kom bûne, ku li gorî îdiayên Artêşa Rûsyayê, ew tenker petrolê ji DAIŞê vediguhêzin.

Hejmara tenkeran li gorî wêneya Rûsya
Lê Kîfah Mehmûd tekez kir ku, “Ew tenker petrola Herêma Kurdistanê dibin Tirkiyê, da ku bi pereyên wê budceya Herêma Kurdistanê were peydakirin ji ber ku her kes dizane Bexdayê buceya me qût kiriye.”
Bi nêrîna wî şêwirmendê Barzanî, “Rusya pir baş dizane ku Kurdistan û Hêzên Pêşmerge li devereke berfireh şerekî giran li dijî DAIŞê dikin û zêdetir ji 95 % ji axa xwe bi xwîna zarokên xwe ji destê DAIŞê derxistiye, niha dê çawa rê bide ku bo veguhestina petrolê DAIŞ axa Kurdistanê bikar bîne?.”
Mehmûd derbarê vê mijarê de wiha domand: “Ne heq e ku krîza siyasî ya di navbera Tirkiye û Rûsya de bandoreke xerab li Herêma Kurdistanê jî bike, yan ziyan bigihê aboriya Kurdistanê ji ber derbasbûna rokêtên Rûsya di ser asmanê Kurdistanê re û ew yek bibe sedema rawestana geştên balafiran.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse