Zanîngeha Dêrsimê yekemîn derçûyên xwe da

27-12-2015
RÛDAW
Zanîngeha Dêrsimê
Zanîngeha Dêrsimê
A+ A-

 

Dêrsim (Rûdaw) – Beşa Zazakî ya Zanîngeha Dêrsimê yekemîn derçûyên xwe da. Xwendekar û mamostayên Beşa Zazakî ev yek bi şahiyekê pîroz kirin.

Beşa Zazakî ya Zanîngeha Dêrsîmê ji sala 2011an ve hatiye vekirin û îsal yekem derçûyên xwe dide. Ji bo xwendekarên hemû polan hevdû nas bikin û di nava ziman û çandeya xwe de bipêjin, mamostayên beşê şeveke şahiyê li dar xist.

Mamostayê Beşa Zazakî Huseyîn Çaglayan derheqê Beşa Zazakî de ev agahî dan:

“Îsal xwendekarên pola 4an cara yekem beşa Zazakî diqedînin. Bi sazkirina vê şevê ji pola yek heta pola çar xwendekar hevdû nas dikin. Daku xwendekar bi hev re Zazakî bide û bistîne. Bi van ahengan em xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin, daku em û zimanê me wenda nebin. Niha ji çande û zargotina lawik û sitran tên pêşkêşkirin. Ger ev sitranên xweşik wenda bibin, zimanê me wenda bibe, hingê gelê me jî çanda me jî pê re wenda dibe. Ji bo em wekî kerengên hişk berbayî nebin, divê em xwedî li ziman û çandeya xwe derkevin.”

 

Mamosta dixwazin ku beriya ku dewra yekem a xwendinê biqede, wekî dabûnerîtekê her sal şahiyeke bi vê rengî li dar bixin.

Serokê Beşa Zazakî Zulfî Selcan li ser vê mijarê got, “Ez ji Almanyayê vegeriyam vir. Li wir adetekê pir rind heye. Xwendekar beriya betlaneya nîvê salê şeveke şahiyê çêdikin. Bi mûzîk û ahengan şad dibin. Ev adeta di Beşa Zazakî ya Zanîngeha Dêrsîmê de rûne, dê baş bibe. Nabe ku tenê giryan para mebe, ji me re şahî jî lazim e. Derdên dinyayê naqede. Xwendekarên me jî şevek wiha dixwastin. Me jî piştgirî da xwendekaran. Ji ber ku bi saya van şevan xwendekar hevdû nas dikin, çandeya xwe nas dikin û kêfxweş dibin.

Beşa Zazakî nû vebûye. Lê kêşe û giriftekê wê heye; pola amadekariyê di beşa me de tune. Çawa ku di beşên zimanên Îngîlîzî, Almanî û Firensî de pola amadekirinê heye, divê di Beşa Zazakî de heman amadekarî hebe. Di vî warî de pêwîstî bi çi guherînên qanûnî heye, divê pêk bên. Herwiha divê YOK(Desteya Xwendina Bilind) jî ji bo vekirina pola amadekariyê bibe alîkar.

Niha ji dibistanan re mamosta lazim e. Niha îsal 40 xwendekar Beşa Zazakî diqedînin. Bêguman ev hejmara têr nake. Herwiha divê ast û quwalîtaya mamostayan bê berzkirin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi pola amadekirinê heye. Dema Zazakî li dibistanên seretayî, navendî û dûnavendî were xwendin, mamosta têrê nakin. Lê me rêyek vekir, dê hêdî hêdî ev rêya fireh be û bi pêş bikeve.”

Perwerdeya zimanê zikmakî daxwaza here sereke ya bakuriyan e. Di vê şahiyê de jî xwendekar heman daxwazê bilêv dikin…

Xwendekarê bi navê Xidir Soylemez derheqê vê yekê got, “Beşa Zazakî 4 sal e di Zanîngeha Dêrsîmê de heye. Îsal ji beşame derçûyên xwe yên destpêkê didin. Divê em li ser mafên xwe bên ba hev. Em dixwazin li dibistanan perwerdeya Zazakî were dayîn. Ji bo mamostayên Zazakî kontejanên par ên Wezareta Perwerdeyê pir kêm bû. Îsal derdora 30 xwendekar diqedîne. Li Dêrsîm, Ezirgan, Çewlîg, Amedê Zazakî tê axivîn. Em jî gelê me jî dixwazin ku zarokên me li dibistanan bi Zazakî werin perwerdekirin. Em bi van kombûnan hevdû nas dikin, herwiha ev yek şahiya sala nû ye jî.”

Xwendekarên pola 4 ji niha de ketine ta û tirsa bêkariyê. Ji ber ku derçûyên Kurdî pir kêm tên tayînkirin.

Xwendekara bi navê Guzîde Tepelî fikarên xwe wiha anî ziman: “ Îsal beşa me mezûnên xwe didin. Dema xwendekaran beşa xwe qedandin, nizanin çi bikin. Ji ber ku kar tune. Ev yek kêşe û girifteke mezin e. Pêwîst e ji vê giriftê re çareyek were dozkirin. Wer nebe, dahatûya vê beşê çênabe.”

Xwendekara bi navê Tansû Ozkan li ser wê şehê got, “4 sal e, li Zanîngeha Dêrsîmê Beşa Zazakî dixwînim. Ev şeva ji bo me gellekî xweş û geş bû. Bi Zazakî sitran hatin gotin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst