Zêr nasekine: Di hefteyekê de 195 dolar biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr asta herî bilind a dîrokê tomar kir û her onsa wî gihişt nêzîkî 4 hezar û 550 dolaran.

Di dema girtina bazarên cîhanî de bihayê onsa zêr 53 dolaran zêde bû û gihişt 4 hezar û 532 dolaran.

Beriya girtina bazarê, zêr asta 4 hezar û 547 dolaran jî tomar kiribû.

Di dan û standinên paşerojê de jî onsa wî 49 dolaran zêde bûbû û gihişt 4 hezar û 552 dolaran.

Tenê di hefteya borî de bihayê onsa zêr 195 dolaran zêde bûye.

Li Herêma Kurdistanê bihayê zêr

Li Herêma Kurdistanê, dawîn bihayê misqala zêr wiha ye:

Misqalek zêrê eyar 18: 763 hezar dînar

Misqalek zêrê eyar 21: 890 hezar dînar

Misqalek zêrê eyar 22: 933 hezar dînar

Ev bihayê sibehê yê pêncşemê ye ku Sendîkaya Zêrîngerên Hewlêrê belav kiribû.

Wê demê onsa zêr 4 hezar û 478 dolar bû.

Li gorî vê yekê, îhtimaleke mezin heye ku îro di dema vebûna bazarê de, misqalek zêrê eyar 21 bigihîje 900 hezar dînarî yan bi kêmanî ji nirxên pêncşemê zêdetir be.

Sedemên bihabûna zêr

Yek ji sedemên sereke yên bihabûna zêr, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser torên civakî bûn.

Trump ragihandibû ku hêzên Amerîkayê êrişên asmanî birine ser çend armancan li Nîjeryayê.

Ev yek hevdem bû li gel tundkirina fişarên Washingtonê yên li ser hinartina petrola Venezuelayê.

Vê rewşê tirs li cem bazirganan çêkir ku zincîreya dabînkirina enerjiyê qut bibe û aramî têk biçe.

Sedemeke din a bilindbûna bihayê zêr, girêdayî lawazbûna bihayê dolar e li hemberî pereyên sereke yên din.

Bazar pêşbînî dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê sala 2026an du caran rêjeya faîzê kêm bike.

Ev pêşbînî piştî derketina nîşaneyên daketina enflasyonê û hêdîbûna geşepêdana aborî hatin kirin.

Îsal heta niha bihayê her onsa zêr ji sedî 72 zêde bûye.