Dr. Hemdî Şingalî: Tirkiye dixwaze rêkeftina petrolê berfireh bike

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê Dr. Hemdî Şingalî ragihand ku Tirkiye dixwaze rêkeftina petrolê berfireh bike.

Li gorî gotina Şingalî Îraqê meha 10an bi qasî 7 milyar dolarî petrol firotibû lê meha 11an ev amar daketiye nêzîkî 6 milyar dolarî.

Şingalî her wiha got, rêkeftina hinartina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo 3 mehên din hat dirêjkirin.

Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê Dr. Hemdî Şingalî, beşdarî bultena demjimêr 12:00an a Rûdawê bû.

Şingalî got, "Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo 3 mehên din, ango heta 31ê Adara 2026an hat dirêjkirin." 

Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê diyar kir ku ti guherîn di naveroka rêkeftinê de nehatine kirin.

Dirêjkirina rêkeftinê û yasaya gaz û petrolê

Şingalî amaje pê kir ku dirêjkirina rêkeftinê dê bi şêwaza "sê meh bi sê meh" be heta ku Yasaya Petrol û Gazê û Yasaya Budceyê ya nû tê pesendkirin.

Alîkarê Birêvebirê Şirketa SOMOyê zelal kir ku ti gotûbêjên nû bi kompanyayên petrolê re nehatine kirin û merc wekî xwe mane.

Asta hinartin û hilberîna petrolê

Dr. Hemdî Şingalî derbarê  hinartinê petrolê jî de got, "Niha bi giştî hinartina petrola Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 200 hezar bermîl e.

50 hezar bermîl jî ji bo navxwe tê terxankirin.

Hilberîn hinekî ji wê berê zêdetir e lê ji ber ku bîrên petrolê du salan rawestiyabûn û ji ber êrişên dronan zerer dîtine, asta hilberînê ne asayî ye."

Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê li ser kalîteya petrolê jî ragihand ku berê rêjeya kalîteya petrola Kurdistanê 29 bû lê niha daketiye nêzîkî 27an, çimkî ew madeyên berê tevlî dibûn, niha tevlî nabin.

Helwesta Tirkiyeyê: Berfirehkirina rêkeftinê

Dr. Hemdî Şingalî derbarê rola Tirkiyeyê jî de got,"Tirkiye gelekî bi cidî nêzîkî vê dosyeyê dibe û boriyê wekî çavkaniyeke girîng dibîne.

Enqere dixwaze rêkeftin berfirehtir be û ne tenê petrolê, belkî enerjî, kareba û heta projeyên avê jî li xwe bigire."

Rewşa darayî ya Îraqê û metirsiya li ser meaşan

Beşeke axaftina Alîkarê Birêvebirê SOMOyê taybet bû bi rewşa darayî ya Îraqê û meaşê karmendên Herêma Kurdistanê.

Şingalî hişyarî da ku dahata Îraqê daketiye û got:

"Ji ber ku bihayê petrolê daketiye nêzîkî 60 dolarî, dahata mehane ya Îraqê ji 8-10 milyar dolarî daketiye nêzîkî 6 heta 7 milyar dolarî.

Ev di demekê de ye ku tenê meaşê karmendên Îraqê nêzîkî 6 milyar dolarî ye."

Dr. Hemdî Şingalî i ser meaşên nedayî yên dawiya sala 2024an ên Herêma Kurdistanê, bi zelalî got:

"Nabe meaşê karmendan bişewite û mafê wan e. Nabe meaşê welatiyên Kurd bi pirsgirêka petrolê yan her pirsgirêkeke din ve were girêdan.

Armanca sereke ya rêkeftina petrolê jî her ew bûye ku pere ji bo xelkê bên dabînkirin."

Girêbesta BPyê ya li Kerkûkê û Madeya 140î

Li ser pirsa girêbesta Îraqê ya bi Kompanyaya BPyê re ya ji bo bîrên Kerkûkê, Şingalî rexne li nebûna hevahengiyê girt.

Dr. Hemdî Şingalî got,"Ew dever li gorî Madeya 140î deverên nakok in, nabe Îraq bêyî liberçavgirtina vê yekê girêbestê bike.

Baştir bû hikûmeta Îraqê guftûgo bi Herêma Kurdistanê re bikira."

Alîkarê Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê teqez kir ku serkirdayetiya Kurd rijd e li ser pêkanîna destûrê, bi taybetî Madeya 140î, Encûmena Federal û derxistina Yasaya Petrol û Gazê ku wekî tekane rêya çareseriya bingehîn a pirsgirêkan tê dîtin.