Li Rihayê kesekî hevjîna xwe û kurê xwe kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî bi demançeyê hevjîn û kurê xwe kuştin.
Bûyer li gundê Buxçikê yê navçeya Siwêregê qewimî.
Di navbera R.Syê 65 salî û hevjîna wî Î.Sya 65 salî û kurê wan R.Syê 29 salî de, ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaş derket.
Nîqaş mezin bû û R.S. bi demançeyê gule li hevjîn û kurê xwe reşandin.
Li ser agahdarkirina cîranên ku dengê çekan bihîst, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Hat ragihandin dayîk û kur dema di rêya nexweşxaneyê de mirin.
Tîmên cendirmeyan R.Syê ku piştî bûyerê reviyabû, desteser kir.