Li Qamişloyê 4 bazirganên madeyên hişbir hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê di operasyonê de 4 bazirganên madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser (Asayîş) li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê operasyonek li dijî bazirganên maddeyên hişbir pêk anî.

Asayîşê ragihand ku li bajarê Qamişloyê 4 kesên ku wekî “bazirganên mezin” ên madeya Kaptagonê tên naskirin, hatine desteserkirin.

Asayîşê derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir û hûrgiliyên operasyonê parve kirin.

"283 hezar hebên Kaptagonê"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew madeyên hişbir ji bo belavkirina li herêmê hatibûn amadekirin û wiha hat gotin:

“Hêzên Asayîşê dest danî ser 283 hezar hebên Kaptagonê ku ji bo belavkirin û bazirganiyê li Kantona Cizîrê û bajar û bajarokên derdorê hatibûn amadekirin û di destê wan her çar kesan de bûn.”

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, di operasyonê de her wiha dest bi ser 5 kîlo madeya hişbir a krîstalê (Crystal Meth) jî hatiye danîn.

Hêzên Ewlehiyê diyar kir ku operasyon piştî şopandineke hûr û komkirina zanyariyên piştrastkirî hatiye kirin.

Kesên desteserkirî û maddeyên ku hatine girtin ji bo temamkirina lêpirsînan û karûbarên yasayî sewqî dadgehê hatin kirin.