Îlhamî Işik: Ocalan bi Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir, peyman tê ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Îlhamî Işik diyar kir ku hefteya borî di navbera Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de hevdîtinek pêk hatiye.
Işik her wiha da zanîn ku tê çaverêkirin herî dereng heta sibe peymana leşkerî ya di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de were ragihandin.
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îlhamî Işik beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Işik derbarê qonaxa dawî ya dan û standinên navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û pêwendiyên birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê û Abdullah Ocalan de îdiayên girîng parve kirin.
Işik bal kişand ser trafîka dîplomasiyê ya di navbera Enqere, Şam û Washingtonê de û diyar kir ku derbarê statu û pêkhateya leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê de ketine qonaxeke krîtîk.
"Ocalan bi Mezlûm Ebdî û birêvebiriya HSDyê re hevdîtin kir"
Işik diyar kir ku pêwendiyên Abdullah Ocalan û birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê ne nû ne û agahî da ku hefteya borî hevdîtineke berfireh pêk hatiye.
Işik li ser naverok û awayê hevdîtinê ev hûrgilî dan:
"Hevdîtinên di navbera Ocalan û HSDyê de di dema dawî de sê caran derketin çapemeniyê.
Herî dawî ez dizanim ku hefteya borî, di heman rojê de hevdîtineke berfireh pêk hat.
Ez bi temamî nizanim bê ka ev bi rêya telekomunikasyonê bû yan bi amûrên din ên teknîkî lê ez xwedî wê agahiyê me ku wê rojê Ocalan bi birêvebirên HSDyê re ku Mezlûm Ebdî jî di nav de bû axiviye. Ev temas ne fîzîkî bûn, online bûn."
Işik bi bîr anî ku hevdîtinên wiha berê jî çêbûne û got, "Ev ne rewşeke nû ye.
Jixwe hevdîtinên Îlham Ehmedê yên li Nisêbînê yên bi dewletê re yan jî hevdîtinên MÎTê yên bi birêvebirên Qendîl û Rojavayê Kurdistanê re dihatin zanîn.
Ev temas carinan rasterast, carinan jî nerasterast qet kêm nebûn û hîn jî berdewam dikin."
"Dibe ku Ehmed Şer û Ebdî her kêliyê lihevkirinê ragihînin"
Îlhamî Işik îdia kir ku di pêvajoya nû ya Sûriyeyê de dan û standinên di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de ber bi encamdanê ve diçin û peyman dê herî dereng heta sibe were ragihandin.
Işik destnîşan kir ku di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de lihevkirinek çêbûye û wiha got:
"Em li bendê ne ku herî dereng heta sibe encamên hevdîtina di navbera Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de bibihîzin.
Heta îhtimaleke mezin e ku îşev were eşkerekirin. Çimkî 29ê Kanûna Pêşîn Balyoz Barrack dê encamên van hevdîtinan pêşkêşî Trump bike.
Salname 29ê mehê bi dawî dibe. Lewma ragihandina vê peymanê li Şamê êdî meseleya demê ye."
"Pêşîn peymana leşkerî, piştre destûr"
Işik bal kişand ser çarçoveya peymanê û destnîşan kir ku pêşîniya niha mijarên leşkerî ne, dan û standinên li ser statuya destûrî û hiqûqî dê di nava demê de bên kirin.
Işik bala kişand ser zextên welatên Rojava û Amerîkayê yên li ser birêvebiriya Şamê û got:
"Ji ber metirsiya xurtbûna DAIŞê û nebûna baweriya tam a Rojavayiyan bi artêşa niha ya Sûriyeyê, tê xwestin ku ev pêvajo were lezandin.
Bûyerên dawî yên li Palmirayê qelsiya pêkhateyên cuda yên di nav artêşa Sûriyeyê de nîşan dan.
Entegrebûna HSDyê ya nav artêşê, dê têkoşîna li dijî DAIŞê rewatir û xurttir bike."
"Ne danîna çekan e, entegrasyona nav artêşê ye"
Işik tekez kir ku divê ev pêvajo wekî "çekdanîn" neyê xwendin û HSD dê bi parastina nasnameya xwe bikeve bin banê artêşa Sûriyeyê.
Işik li ser awayê şekilandina pêkhateya leşkerî wiha axivî:
"Tiştekî wekî çekdanînê di rojevê de nîne. Hêviya ti kesî jî di vî warî de tune.
Tiştê ku dê pêk were, cihgirtina HSDyê ya di nav artêşa yekgirtî de ye.
Nakokiyên li ser asta fermandariyê û şêweyê wê bi piranî hatin çareserkirin.
HSD dê bi fermandarên xwe, bi parastina taybetmendiyên xwe; wekî mînak bi sê lîwayan yan jî bi şêwazeke cuda entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe."
Kontrola sînor û dilgiraniyên Tirkiyeyê
Îlhamî Işik behsa ewlehiya sînoran jî kir û diyar kir ku gavên ji bo kêmkirina dilgiraniyên Tirkiyeyê jî li ser maseyê ne.
Işik diyar kir ku sînor dê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve werin kontrolkirin û got:
"Eger hûn entegreyî artêşekê bûbin, bi awayekî xwezayî dê artêşa Sûriyeyê sînoran biparêze.
Dê li wir alayên Komara Sûriyeyê hebin lê hebûna HSDyê jî dê di bin wî banî de berdewam bike.
Ev rewş dikare dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê heta radeyekê kêm bike.
Lê belê ji ber ku Tirkiye HSDyê bi PKKyê re têkildar dibîne, dê endîşeyên wê berdewam bikin.
Dîsa jî dibe ku ev peyman bibe destpêka tabloyekê ku bi demê re dilê her kesî rihet bike."