DEM Partiyê êrişa li mizgefta Himsê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), êrişa li ser mizgefta Elewiyan a li parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê şermezar kir.

DEM Partiyê ragihand, "Vê êrişê careke din nîşan da ku DAIŞ û pêkhateyên mîna wê, hîn jî ji bo gelên Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin in.”

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrişa li Himsê daxuyaniyek belav kir.

Di êrişê de 8 kes miribûn û 18 kes jî birîndar bûbûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrişa bombeyî ya li mizgefteke li bajarê Himsê bi tundî şermezar dikin. Êrişên wiha yên ku cihên baweriyê û sivîlan dikin armanc, bi ti awayî nayên qebûlkirin."

DEM Partiyê bal kişand ser metirsiya komên radîkal û got:

"Vê êrişê careke din nîşan da ku DAIŞ û pêkhateyên mîna wê, hîn jî ji bo gelên Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin in.

Ev gef tenê bi nêzîkatiyên ewlehiyê nayê jinavkirin, divê li ser bingeha wekheviya gelan, azadiya baweriyan, beşdariya demokratîk û aştiyê têkoşîneke hevbeş bê meşandin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew piştgiriyê didin avakirina Sûriyeyeke nû û hat gotin:

"Wekî DEM Partî, em dê li ser parastina avakirina Sûriyeyeke pirreng, demokratîk û aştiyane berdewam bin ku tê de hemû gel, bêyî cudahiya nasnameya etnîkî, bawerî û mezhebî, di bin sîwana welatîbûna wekhev de bi hev re bijîn."

DEM Partiyê sersaxî ji malbatên kesên ku mirine re xwest û ji bo birîndaran jî şîfa xwest.

Her wiha tekez kir ku li dijî van êrişan, piştgiriya navneteweyî û têkoşîna hevbeş a gelên herêmê gelekî girîng e.

Doh danê nîvro li Mizgefta Îmam Elî ya li taxa Wadî El Zehebê ya bajarê Himsê yê Sûriyeyê teqîneke mezin çêbûbû.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihandibû ku di teqînê de 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê jî dabû zanîn, "Teqîn ji ber bombeyên ku li nav mizgeftê hatine danîn çêbûye."

Komeke çekdar a bi navê "Seraya Ensarul Sune" di daxuyaniyekê de berpirsyariya teqînê girtibû ser xwe û gefa berdewamiya êrişan xwaribû.

Seraya Ensarul Sune gotibû:

"Bi piştgiriya Xwedayê Mezin, mucahîdên Seraya Ensarul Sune bi hevahengiya mucahîdên komeke din, çendîn bombeyên di nav perestgeha Elî kurê Ebî Talib a ser bi Elewiyan teqand.

Em bi bîr tînin ku êrişên me dê berdewam bin û zêdetir bibin."