Li Meletiyê operasyon: Çekdarekî DAIŞê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona hevpar a Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de li Meletiyê çekdarekî DAIŞê hat desteserkirin.
Hat ragihandin ku wî çekdarî amadehiya êrişeke sersalê dikir.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di encama xebatên îstixbaratî de hatiye tespîtkirin ku Îbrahîm Burtakuçîn li Tirkiyeyê li ser navê DAIŞê çalakiyan dimeşîne.
Her wiha hat diyarkirin ku wî hewl daye derbasî herêmên şer bibe û ji bo sersalê jî amadehiya çalakî û êrişan kiriye.
Hat diyarkirin ku Burtakuçîn li hundir û derve bi gelek alîgirên rêxistinê re di pêwendiyê de bûye.
Di encama xebatan de cihê wî hat tespîtkirin û bi operasyoneke hevpar a MÎT û polîsan li Meletiya Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.
Di operasyonê de tîman dest danî ser materyalên dîjîtal û weşanên qedexekirî yên di mala wî de.
Di lêkolînan de nermalavên DAIŞê, dîmenên ala û sembolên rêxistinê û dosyeyên deng ên ji bo teşwîqkirina çalakiyên xwekujî hatin dîtin.
Her wiha vîdeoyên berpirsên DAIŞê û qeydên hevdîtinên bi çekdarên din re jî hatin bidestxistin.