Ewropa hemû yasayên sosyal û bêkariyê diguherîne

Dusseldorf (Rûdaw) - Welatên Ewropayê plan dikin ku ji sala 2026an ve pergala sosyal û alîkariya bêkariyê biguherînin.

Li gelek welatan rêkar tên tundkirin. Almanya, Brîtanya, Fransa û Belçîka pêşengiya van guherînan dikin.

Li Almanyayê pergala sosyalê bi temamî tê guhertin.

Wezîra Kar û Kar û Barên Civakî ya Almanyayê Barbel Bas dest bi pêkanîna guherînên nû kiriye.

"Yê kar red bike pereyê wî tê birîn"

Li gorî yasayên nû, êdî her kesê ku karek ji bo wî were dîtin û red bike, di pêngava yekem de ji sedî 30ê alîkariya wî tê birîn.

Eger di redkirinê de berdewam be, hemû alîkariyên wî tên birîn.

Her wiha çavdêriyeke tundtir dê li ser "karê reş" hebe û tîm ji bo kontrolê dê serdana malan bikin.

Li Fînlandiya û Brîtanyayê jî cureyên alîkariya dewletê ya ji bo bêkaran tên guhertin û pergala alîkariyê dibe yek.

Ev yek dê bandorê li wan kesan bike ku bi yasayên din (ne sosyal) meaşê bêkariyê werdigirin.